Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîyên Kurdên Sûrîyê Êrîşên Tirkîyê Şermezar Dikin 


Îro Çarşemê 33 partîyên herêmên Kurdên Sûrîyê li pêş avahîya Neteweyên Yekbûyî li Qamişlo daxuyanîyek ji bîragiştî komcivînek lidar xist tê de êrîşên Tirkîyê li dijî karbidestên Rêvebirîya Xweser şermezar kirin.

Di daxuyanîyeke hevbeş de partîyên sîyasî bang li bîragiştî ya navnetewî kirin ku givaştinê li Tirkîyê bikin da ku êrîşên xwe li ser herêmên bakur û rojhilata Sûrîyê rawestîne.

"Em bang li Koalîsyona Navdewletî û Rûsyayê dikin ku peymanên agirbestê aktîf bikin û rê nedin ku Tirkîye êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilata Sûrîyeyê bidomîne."

Di rojên dawî de Tirkîyê him bo topan û him jî bi dronan asta êrîşên xwe li hember hêzên Kurdan li seranserê bakurê Sûrîyê zêde kirîye. Herî dawî li nêzîk bajarê Qamişlo roja Sêşemê sê karbidestên Rêvebirîya Xweser di êrîşeke dronan de ji alîyê Tirkîyê ve hatin kuştin. Du kesên armancên karbidestên jin yên Rêvebirîya Xweser bûn.

Partîyên sîyasî yên Kurd li Sûrîyê helwestên xwe li hember reftarên Tirkîyê yên li dijî Kurdên Sûrîyê bi tundî nîşan dan. Wan bang li Amerîka û Koalîsyona Navnetewî ya dijî DAIŞ kirin ku Kurdan ji dronên Tirkîyê biparêzin.

"Li kêleka Koalîsyona Navnetewî di şerê li dijî DAIŞ'ê de me gelek şehîd dan. Îro gelê me dibe armanca êrîşên Tirkîyê. Çima bêdengî heye? Pêwist e dostên me yên di nava Koalîsyonê de gelê Rojava biparêzin," Sekreterê Giştî yê Partîya Çep a Demokrat a Kurd li Sûrîyê Salih Gedo ji Dengê Amerîka re got.

Kurdên Sûrîyê dîyar dikin ku êrîşên Tirkîyê li dijî wan bi taybet piştî serkeftina Sekomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan di hilbijartinên Gulanê de zêde bûne.

"Erdogan ji serkeftina xwe ya di hilbijartinan de sûd wergirt ku êrîşên xwe li ser herêmên bakurê rojhilata Sûrîyê berdewam bike. Îro jî bi rejîma Sûrîyê û Rûsyayê re li hev dike ku operasyoneke nû li dijî Rêvebirîya Xweser pêk bîne," Heyfa Mehmûd, Berdevka Partîya Nûjenî û Demokrasîyê ji bo Sûrîyê, dîyar kir.

Li alîyekî din, berpirsên partîyên Kurdî li Sûrîyê di wê bawerîyê de ne ku sîyaseta Tirkîyê ya li hember herêmên Kurdan dê şer li deverê gur bike.

"Êrîşên Tirkîyê bandorê li ser aramî û ewlekarîya herêmê bi giştî dike. Dibe ku ev êrîş bibe sedema şerekî mezin ku bandorê li hemû alîyan bike. Pêwîst e zimanê aştîyê pêş bikeve," Luqman Ehmê, Berdevkê Rêvebirîya Xweser ji Dengê Amerîka re got.

XS
SM
MD
LG