Karbidestên rêvebirîya bi pêşengîya Kurdan li bakurê rojhilata Sûrîyê ragihand ku wan 50 jin û zarokên ji malbatên şervanên Dewleta Îslamî radestî Tacîkistanê kirine.
Karbisdestên Kurd got ku wan 17 jin û 33 zarokên ku hemwelatîyên Tacîkistanê ne radestî şandeya bi seroktîya balyozê Tacîk yê Kuweytê Zubaydullo Zubaydzada kirin.
Tacikistanê berê jî hemwelatîyên xwe ji Sûrîyê biribûn malê û herî dawî di Gulana borî de 104 kes hatibûn vegerandin ku 31 ji wan jin û 73 jî zarok bûn û sala pêştir jî 146 jin û zarok ji kampên Sûrîyê hatibûn derxistin.