Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IHH Alîkarîya Mirovahî Dişîne Rojava


Cara yekê ye ku weqfeke xêrxwaz ya Tirk alikarîya mirovahî dişîne kantonên Rojavayê Kurdistanê.

Weqfa Alîkarîya Maf û Azadîya Mirovan (IHH) roja Pênşemê bi piştigirîya rêxistinên svîl li Dîyarbekirê, 27 tirên alîkarîyê rêkirin Rojavayê Kurdistanê.

Rêvebirên weqfê dîyar dikin ku ewê bi temamî 100 tir alîkarî bişînin Rojava.

Hêjayî gotinê ye sazîyên civakî yên wek Kongreya Civakên Demokratîk (KCD), baro û odeya bazirganî û pîşesazîyê jî hevkarîya IHH’yê kirin.

Serokê Giştî yê IHH, Bulent Yildirim got, biratîya gelan bi piştgirîyên wiha xwe dîyar dikin.

“Êrîşên emperyalîst yên li ser Rojhilata Navin tenê bi hevkarîya gelê Kurd û Tirk dikare têk biçe.”

Yildirim da xuya kirin pêvajoya çareserîyê gelek girîng e û bi çi awayî be, divê ev pêvajo bidome.

“Me pêşnîyara alîkarîyê ji rejîma Sûrî û hêzên opozîsyonê jî kirine, lê tenê Rojava bersîva erênî daye daxwaza me.”

Hêjayî gotinê ye ku sazîyên civakî yên li Dîyarbekirê, li Rojavayê Kurdistanê çavdêrîyê li belavkirina aîkarîyan jî bikin.

Yek ji çavderan, endamê KCD Mazhar Zumrut e ku behsa rola sazîya xwe di vê hewlê de kir.

“Em piştgirîya wê alîkarîyê dikin. Heta niha jibo Efrînê 7, Kobanê 13 û jibo Kantona Cezîrê 7 tir alîkarî hatine şandin.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku bîragiştî navê IHH di 31 Gulana 2010'î de, bi bûyera Mavî Marmara bihîstîbû. IHH çar sal berê xwest, bi gemîyan alîkarîyên mirovahî bişîne Gaza, lê bi operasyona Îsraîlê 9 hemwelatîyên Tirk hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG