Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatan Rojavayî bo Zêdetir Piştgirîya Ukrayna li Brukselê Dicivin


Dîmeneke ji qadeke li Ukrayna piştî dike êrîşên mûşekî yên Rûsya 28 Îlon,2022.
Dîmeneke ji qadeke li Ukrayna piştî dike êrîşên mûşekî yên Rûsya 28 Îlon,2022.

Zêdetirî rêber û karbidestên 50 welatan îro Çarşemê bo gotûbêjkirina xurtkirina berevanîya esmanî ya Ukrayna li Brukselê kom dibin, piştî ku Rûsya êrîşên xwe yên mûşekî yên herî tund ji destpêka şer ve pêk anî.

Koma Têkilîya Berevanîyê ya Ukrayna berîya ku wezîrên berevaniyê yên NATO li Brukselê bo 2 rojan kom bibin ev civîna îro ya 52 welatan dar dixe, ku ji hêla Amerîka ve bo hevrêzîya alîkarîya leşkerî ya Kîevê hatîye damezrandin.

Sekreterê Giştî yê NATOy’ê Jens Stoltenberg îro dîyar kir ku êrîşên mûşekî yên Rûsya nîşana lawazbûna welatekî ye û Moskow rûbirûyê egera windakirina şerê li Ukrayna ye.

"Rastî ew e ku hêzên Rûsî nikarin di qada şer de pêşketinan bi dest bixin. Rûsya di qada şer de rastî wendakirinê tê," Stoltenberg got.

W î bi berdewamî anî ziman ku Ukrayna di qada şer de destixistina destketîyên girîng didomîne,lê hevdem Rûsya her ku diçe êrîşên hovane û bêserûber dijî sivîlan û binesaziya sivîl zêde dike.


Piştî êrîşên roja Duşemê yên Moskow, Almanya cara yekê çar sîstemên berevanîya esmanî yên IRIS-T SLM şand Ukrayna.

Washingtonê jî dîyar kir ku wê radestkirina sîstema berevanîya esmanî ya NASAMS, bilez bike.

Di êrîşên Rûsî yên bi zêdetirî 100 mûşekan de, ji roja Duşême vir ve li seranserî Ukrayna herî kêm 26 kes hatin kuştin; piştî serokê Rûsya Vladamir Putin fermana êrîşên tolhildanê yên dijî Ukrayna da, jiber hilweşandina pira tekane ya navbera Qirim û wî welatî.

XS
SM
MD
LG