Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Kurdên Sûrîyê 8 Jin û Zarokên DAIŞ'î yên Amerîkî Şandin Amerîka


Berpirsê Karê Derve yê Kantona Cizîrê Abdulkerîm Omer îro Çarşemê ragihand ku wan 8 hemwelatîyên Amerîkî radestî hikûmeta Amerîka kirin, ku bi endamên DAIŞ’ê re hatibûn desteser kirin.

Omer da zanîn ku 6 ji kesên teslîmkirî zarok, 2 jî jin in, lê wî nasnameya wan kesna eşkere nekir.

“Ew ser daxwaza hikûmeta Amerîka û bê ku zorkirin hebe, bi dilxwestî vedigerin welatê xwe,” Omer got.

Îsal cara duyê ye ku hikûmeta Ameîrka hemwelatîyên xwe ji Sûrîyê tine malê. Di cara yekê de jineke Amerîkî û 4 zarok hatibûn vegerandin.

Karbidestên Kurdên Sûrîyê pir caran bang li civaka navnetewî dikin ku hemwelatîyên xwe ji destê wan bigirin jiber ku derfeta wan tune ku li wan kesan binêrin.

XS
SM
MD
LG