Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest Û Helwest:Rêveberîya Xweser Û Vîrusa Korona Û Astengiyên Sereke


Sûrya bi giştî û herêma Rêveberîya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê bi taybetî, ya ku ji aliyê Kurdan ve tê birêvebirin, di nava astengî û aloziyan de dijî.

Ji dema destpêka şerê li dij DAIŞê û şerê navxwe yê zêdetir ji 9 salan li wî welatî tê dom kirin, herêma bakur û rojhilatê Sûriyê bedelên mezin dane, gelek kes koçber bûne, hatine kuştin û rastî astengiyên madî û ewlekarî hatine.

Piştî ku vîrusa korona li cîhanê belavbû û piranya welatên pêşketî bêçare man li hember wê webayê, tirsa mezin li herêma Rêveberîya xweser peyda bû, jiber ku eger ev webaye li wê herêmê bi şêweke berfireh belav bibe nayê kontrol kirin çonkî merc û pêdiviyên ku bikarin wê vîrusê ragirin û kontrol bikin nînin.

Saziyên tendirustî û berpirsên Îdarî yên Rêveberiyê dibêjin ku zêdebarî nebûna alav û pêdiviyên ragirtina vîrusa korona, pirsgirêkên din jî hene yên weke hatina geştên esmanî ji Dîmeşqê bo bajarê Qamîşlo metirsî zêde kirine ku virus belav bibe, jiber ku rejîm pir caran kesên ji Dîmeşq tên radestî komîta tendirustiyê nakin ya ku li firokxana Qamîşlo dixwazin wan kesan test bikin yên ji derve tên, rejîm pir kesan direvîne û naxe jêr mercên karantînayê.

Herwiha gileyî hene, ku grûbên çekdar û leşkerên Tirk bê kontrol kirin û têst xelkî dişînin herêmên weke Girê Spî û Serê Kaniyê, ev jî metirsiyeke ku kesekî rastî vîrusa korona hat be, bibe sedem ku li herêmê jî belav bike.

Şivan Xabûrî
Şivan Xabûrî


Bernama Hest Û Helwest mijara astengiyên sereke di rêya Rêveberîya Xweser da, li gel birêz Şivan Xabûrî nûnerê Rêveberiyê li welatên Kendavê gotûbêj kir.

Xabûr got, heta niha rewş başe û li jêr kontrolê ye, lê her wextî metirsî heye belav bibe.

Xabûrî herwiha bal kişand ser alîkariya ku ji aliyê Herêma Kurdistana Îraqê ve bo wê herêmê tê û got ku Mazlûm Abdî, fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat HSDê spasiya Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanan Îraqê kirîye, herwiha alîkariya ku koalsyona navnetewî pêşkeşî xelkê herêmê dike.

Xabûrî got, daxwaza wan ji hemû Kurdan û hemû welatan heye ku destê alîkariyê bo xelkê wê herêmê dirêj bikin û alîkariyê pêşkeş rûniştvanên li wê herêmê bikin yên ku di kampan dane û rastî gelek zehmetiyan hatine.

Hest û Helwest
please wait

No media source currently available

0:00 0:24:19 0:00

XS
SM
MD
LG