Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Sepandina Pîvanên Saxlemîyê li Bakur û Rojhilata Sûrîyê


Di demekê de ku keysên vîrusa koronayê li Bakur û Rojhilata Sûrîyê roj bi roj bêhtir dibine û hejmarên bêhtir ên welatîyan jiyana xwe ji dest didine, rêveberîya xweser a Bakur û Rojhilata Sûrîyê pîvanên tund ên saxlemîyê disepîne.

Li bajarên Derîkê û Kobanîyê, girtineke giştî bo 10 rojan hatîye ragihandin û li deverên din jî girtina cih û navendên ne bingehîn hatîye ragihandin.

Ev girtinên ku dibin çiqas bi bandor in di rêgirtina li vîrusê bigrin de?

Berpirsên rêveberîya xweser çawa dikarin serederîyê bi belavbûna vîrusê re bikin?

Welatî çiqas alîkar in di vê derbarê de û pêgirin bi pîvanan?

Pizîşk û navendên saxlemîyê ta çi astê derfet û alav hene ku karibin nexweşan vehewînin?

Di demekê de ku metirsîyek li nav xelkê heye ji çûyîna nexweşxane û navendên saxlemîyê ji bo koronayê, dezgehên medyayî dikarin çi rolê di huşdarîkirinê xelkê de bilîzin?

Bernameya Hest û Helwest vê mijharê li gel du mêvanan gotûbêj dike:

Mahmud Balî peyamhinêrê Dengê Amerîka li Kobanîyê û rojnamevan Stêrê Çello ku li bajarê Amûdê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 17/11/2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:59 0:00


XS
SM
MD
LG