Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojavayê New Yorkê Tedbîrên Dijî Vîrusa Korona Sist Dike


Andrew Cuomo
Andrew Cuomo

Walîyê New Yorkê Andrew Cuomo dîyar kir ku ewê restoran û dikanên li rojavayê eyaletê ji roja Sêşemê pê ve vebin.

Cotkarî, sazkirina avahîyan yên li rojavayê New Yorkê jî dê roja Sêşemê destpê bikin.

Cumo da zanîn ku tîmên sporê yên li New Yorkê jî bo maçan amade ne û maç dê bê temaşevan werin listîn.

Vîrusa korona ji nav eyaletên Amerîka herî zêde li New Yorkê hatiye tespît kirin.

Li New Yorkê pirtir ji 350,000 kes bi vîrusa korona ketine û 28,339 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG