Reseniya kelepora Kurdî li ser zimên ava bûye û ta îro bi zimanê dengbêjan hatiye parastin. Beşeke nû gêncên Kurdan, êdî şêwaza hunera xwe li ser wê kokê ava dikin û radestî jiyana nûjen dikin.
Rojhilat Azad yek ji wan hunermendan e ku bi ciwanî dest avêtîye kelepora Kurdî û hem bi dengê xwe, hem jî bi helbestên xwe li kolanên Stenbolê belav dike.
Rojhilat Azad di sala 1986'an li bajarê Qersê li navçeya Dîgorê li gundê Tirmaşînê ji dayîk bûye.
Wî dibistana sereke li gundê xwe qedand û jibo dibistana navîn hate Stenbolê û paşîn beşa Ziman û Wêjeya Tirkî ya Zanîgeha Tirakya qedand.
Ji berhemên wî yên dawî albomek stranan bi navê " Rêwî "belav bû.
Wî bi xwe helbestên gelek stranan nivîsîne û hinek ji wan dane stranbêjên din jî.
Bawerîya Rojilat bi zengînîya zimanê Kurdî tê û dibêje ku her kesek divê bi zimanê Kurdî biaxive û li ser kar bike da ku ev ziman geş bibe.