Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: 2 Rojnamevanên Britanî li Dîyarbekirê Hatin Girtin


Ajansa Reuters radigihîne ku polîsên Tirk 2 rojnamevanên Britanî ku jibo Vice News dixebitin, li Amedê hatin desteser kirin.

Jêderên ewlekarî ji Reuters re dibêjin ku ew 2 rojnamevan, Jake Hanrahan û Philip Pendlebury bi sedema ku bê îzin kar dikin, hatine binçav kirin û lêpirsîna wan didome.

Çavkanîyên xwecihî dibêjin, polîsan Hanrahan û Pendlebury desterser kirin, dema wan li taxa Baxlarê, pevçûnên navbera hêzên Tirk û mîlîtanên Kurd dişopandin.

Hêjayî balkişandinê ye, Vice News xwe wek rêxistineke navnetewî ya nûçeyan nav dike û bala xwe dide mijarên ku zede nayên ragihandin.

XS
SM
MD
LG