Lînkên eksesibilîtî

Rojnamevanê Fransî Loup Bureau, ku di Tîrmehê de dema ji Îraqê derbazî Tirkîyê dibû li Derîyê Sînor yê Xaburê hatibû desteser kirin, hat berdan.

Parêzerê Bureau, Martin Pradel berdana wî ji ser Twitterê ragihand.

‘’Em kêfxweş in ku berdana Loup Bureau yê rojnamevan radigihînin. Bureau di demeke kin de dê ji Tirkîyê were derxistin'' Pradel li ser Twitterê nivîsî.

Berdana Bureau, piştî Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian roja Pêncşemê serdana Tirkîyê kir, pêk hat.

Bo rojnamevanê ku ji sazîyên wek TV5, Arte Journal û Slate xebitîbû were berdan, hikûmeta Fransa ew demek e hin hewildan dikirin.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron bi hevtayê xwe yê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re, ser telefonê çend car bo berdana Bureu axifîbû.

Parêzerê Bureau Pradel li ser Twitterê da zanîn ku dosyeya dozê hîn nehatîye girtin û ewê têkoşîna xwe bidomînin.

Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF) jî dîyar kir ku ew bo berdana Bureu, ku 52 roj di hepsê de bû, kêfxweş in.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG