Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Çapeminyê li Tirkiyê di Roja Cîhanî Ya Azadiya Rojnamegeriyê de


Rêxistina mafê mirovan li Diyarbakir/Amedê derbarê binpêkirina mafên rojnamevanan li Tirkiyê

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas di roja azadiya çapameniya cîhanê de raporek belav kir. Li gorî raporê di warê azadiya rojnamegeriyê de di nav 180 welatan de Tirkiye di rêza 157'an de ye.

Sazî û dezgehên rojnamegeriyê li ser mijara rojnamegerên girtî hejmarên cuda didin. Cemiyeta Rojnamevanên Tirkiye"TGC" û Sendikaya Rojnamevanên Tirkiye "TGS" dibêjin, di roja cîhanî ya azadiya rojnamegeriyê de 148 rojnamevan li Tirkiyê girtî ne.

Platforma Rojnemgerên Girtî jî dibêje, digel nivîskar, xwediyên rojnameyan, gerîndeyên rojname û televiyonan dibêje, hejmara girtîyan 223 kesin.

Însiyatîfa Rojnamegerên Azad "İRA" jî her meh carekê, li ser binpêkirina mafê rojnamegeran raporan eşkere dike. Li gorî daneyên İRA'yê di meha Nîsanê de 190 rojnamevan girtî ne.

İRA, li Amedê rapora meha çaran ya li ser binpêkirina mafên rojnamegeran bi daxyaniyekê eşkere kir.

Rojnamevan, Roza Metina, Bîlal Guldem û Heqî Bolqan ji Amedê nêrînên xwe yên derbarê rewşa azadiya rojnmageriyê li Tirkiyê û astengiyên di rêya çapemeniyê de tînin ziman.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:29 0:00

XS
SM
MD
LG