Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê Di Meha Hezîranê De 87 Rojnamevan Hatine Darizandin


Givaştinên li Ser Rojnamegeriyê li Tirkiyê
Givaştinên li Ser Rojnamegeriyê li Tirkiyê

Bi alîkarîya Yektîya Ewrûpayê li Tirkiyê her meh ji alîyê Cemîyeta Rojnamevana raporên li ser darizandina rojnamevana têne amadekirin.

Cemîyeta Rojnamevana di rapora meha Hezîranê ya sala 2021 an ragihand ku, 87 rojnamevan hatine darizandin û ji bo van jî 1670 sal ceza hatîye xwastin.

Naveroka vê raporê bi giştî ji alîyê rojnamevan Hayrî Demîr ve hatîye amadekirin.

Rojnamevan Hayrî Demîr-Tirkiye
Rojnamevan Hayrî Demîr-Tirkiye

Demîr gava vê raporê dinîrxîne radigîhîne ku, sedama van darizandina bes li ber çêkirina nûçeyan in.

Heyrî Demîr bi xwe zî wek rojnamevanek li ber hinceta “endamê rêxistina terorê” tê darizandin. Ew him vê raporê û him jî darizandina xwe wiha dîyar dike:

“Li Tirkiyê rojnamevan li ber nûçeyên xwe têne darizandin. Rapora ku min amade kir, rastî rewşa Tirkiyê gelek baş dîyar dike. Dema ez vê raporê amade dikim berî wî diçim dadgehan û ew kesên ku tên darizandin dişopînim. Dewlet her çi qas bibêje ku ‘vana rojnamevan nînin’ jî, lê ew hemû li ber nûçeyên xwe têne darizandin.”

Demîr li kîjan deverî çiqas rojnavevan tên darizandin jî dîyar dike. Li gorî Demîr rojnamevanên ku tên dadgehkirin jî li gorî herêman digore. Demîr vê yekê jî wiha dîyar dike:

“Mesela di meha Hezîranê de 87 rojnamevan hatine darizandin. Bes di nav vanan de herî kêm 50 kes li herêma Kurdan; Amed, Wan, Riha û her wekî din hatine darizanin. Mesela li herêma Derya Reş hima hima tunene. Ango darizandin jî herêm herêm digore.”

Rojnamevan Kemal Avcî-Tirkiye
Rojnamevan Kemal Avcî-Tirkiye

Van darizandinan rojnamevan Kemal Avci bi otorîterîzma desthilatîya Tirkiyê ve girê dide. Li gorî Avci, desthilatî derfet nade hîç dengekî cûda û dijraber. Avci gava vana dinîrxîne hestê xwe wiha vedibêje:

“Karê rojnamevanîyê li Tirkiyê her ku diçe dijwartir dibe. Sedema vî jî ewe ku desthilatîya AKP-MHP’ê naxwaze ku nêrîneke dijraber derkeve pêş. Gave rojnamevanek nûçeke ku, nevçe kêfa desthilatîyê çêke yekser dikare rastî darizandinekê bê. Ku evana jî di raporan de xwe gelek baş nîşan dide.”

Li Tirkiyê heta niha hejmarên rojnamevanên ku di girtingehê de ne, bi awayekî vebir neyê dayîn jî, lê li gorî lêkolînên rêxistinê rojnamegerîyê nêzîkî 90 rojnamevan li Tirkiyê di girtingehan de girtîne. Ev yek jî gelek rojnamevanên dijber dike nav fikaran.

Raporta Enqerê, darizandina rojnamevanan 04 07 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:21 0:00

XS
SM
MD
LG