Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Roja Rojnamevanên Xebatkar de Rojnamegerî li Tirkîyê di Çi Rewş de Ye ?


Protesto kirina rojnamevanên girtî li Tirkiyê
Protesto kirina rojnamevanên girtî li Tirkiyê

Li Tirkiye ji sala 1961an vir de 10ê Rebendanê weke "Roja Rojnamegerên Dixebitin" tê pîrozkirin.

Li gorî sendîkaya rojnamegerên li Tirikye (TGS) 67, Platforma Rojnamegerên Serbixwe 87, Komela Rojnamegerên Dîcle û Feratê 90 rojnameger li Tirkiye girtî ne.
Parlamenterê HDPê yê Wanê Tayyîp Temel ku ew jî beriya parlamenetriyê rojnameger bû, rewşa Rojnamegeriya li Tirkiye jibo Dengê Amerîka nîrxand.

"Di dîroka Tirkiyê de jibo rojnamegerîyê dema herî tarî tê jîyandin. Li Tirkiyê di rojnamegeriyê de dubendî çêbûye ku ji sedî 90ê rojnagemerîyê bi ferman û daxwazên desthilatiyê jixwe re esas digrin, ketine xizmeta deshilatiyê, lê ya din jî rojnamegerîya rastîyê ye ku ew di şerê heqîqetê da ne. Lê ew jî bi nûçe û raportan dibin hedefa desthilatdariyê."
Ew rewşa rojnameger û ragihandinê bi peyva "kambax" pênase dike û dide xuyakirin ku gelek rojnameger bi sucên kirmînalî tên sucdar kirin û rojnameger bi terorstî tên tawanbarkirin.

Hejmara rojnamegeran ji sala 2016an vir de xerabtir dibe. Di sala 2016an de 145, di sala 2017an de 206, di 2019an de 130, di sala 2020an de jî 87 rojnameger li Tirkiye hatine girtin.

Girtina Rojnamevanan li Tirkiyê
Girtina Rojnamevanan li Tirkiyê

Parlamenterê CHPê yê Stembolê Sezgîn Tanrikulu raporek li ser azadiya ragihandinê belav kir û destnîşan kir ku di sala 2020an de ceza li 59 rojnameger û weşangeran hatiye birîn.

"27 rojnameger hatin girtin, di heqê 74 rojnamegeran de doz vebû, 90 rojnameger hatin desteserkirin, li ser 21 rojnamegeran êrîş çêbûne, 2772 nûçe jî hatin astengkirin, di heqê 187 rojnamgeran de jiber parvekirinên medya civakî doz hatin vekirin."

Li gorî rapora parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikulu, ji sala 2002an heta roja me li Tirkiye 808 rojnameger hatine girtin.

Raporta Amedê 10 01 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:54 0:00

XS
SM
MD
LG