Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komelên Rojnamegeran Jibo Doza 4 Rojnamevanên Kurd Banga Piştevanîyê Dikin


Arşîv

Doza rojnamevan, Adnan Bîlen, Cemîl Ugur (Ajansa Mezopotamya) û Nazan Sala û Şahirban Abi (Jinnews) roja înê li Wanê destpêdike.

Komela Rojnamevanên Dîcle û Feratê, Komela Jinên Rojnamegerên Mezopotamyayê li bajarê Amed-Dîyarbekirê bi daxuyanîyekê bangewazîya piştevanîyê kirin.

Her çar rojnameger di Cotmehê de bi nûçeyên xwe ragihandin ku li navça Şaxa Wanê du gundî, Osman Şiban û Servet Turgut, pişti ku hatine desteserkirin ji helîkopterê hatine avêtin. Bi vê nûçeyê derket holê ku li herdû gundiyan êşkenceyên giran hatîne kirin ku servet Turgut piştî 20 rojan jiber derbeyên êşkencê jiyana xwe jidest da.

Her çar rojnamevan jiber vê nûçeyê hatin girtin. Di heqê wan de doz vebû ku weke hicet hate gotin buyerên civakî li dijî dewletê kirine nûçe.

Serdar Altan, Ayşe Guney û Dîcle Mutfuoglu di daxuyanîya hevpar de anîn ziman ku hevalê wan dema nûçe çênekirina, li ser wê rewşê ti agahîyek rast û dirûst dê nehata belavkirin.

Ayşe Guney behsa zextên li ser rojnamegerên jin kir û anî ziman ya ku tê kirin dadgehkirina rojnamegeriyê bixwe ye.

Dîcle Muftuoglu jî destnîşan kir ku dadgehkirina rojnamegeran êrîşek mezin e li ser azadiya ragihandin û ramanê, Muftuoglu got ''Di ciyê ku ev her çar hevalên me bi vê nûçeyê werin xelatkirin, nuha tên cezakirin''

Hevserokê Komela Rojnamegerên Dicle û Feratê Serdar Altan jî dîyar kir ku hevalên wan karê rojnamegerîyê kirine û rojnamegerî jî ne sûc e.

Hêjayî gotinê ye ku dozgerî di îddianameyê de her çar rojnameger bi endamtîya rêxistina terorê tawanbar dike.

Rûniştina pêşî ya rojnamegerên Kurd roja înê li 5emîn Dadgeha Cezaya Giran ya Wanê dê destpêbike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:13 0:00

XS
SM
MD
LG