Hêzên ewlekarîyê yên Tirkîyê îro Sêşemê danê sibê li 21 bajaran bi ser malan de girtin.
Di operasyonan de, ku navend Amed bû, 10 rojnameger hatin desteser kirin.
Ajansa Mezopotamya, Rojnameya Yenî Yaşam, Xwebûn û Jinnewsê ragihandin ku edîtor û nûegihanên wan hatine desteser kirin.
Li gor ragihandina wan ajans û rojnameyan hejmara edîtor û rojnamevanên desteserkirî 10 e.
Ew ajans û rojname dîyar dikin ku nûçegihanên wan bi ‘’endamtîya rêxistinên terorîst’’ têne tawanbar kirin.
Operasyona îro Sêşemê, li 21 bajaran li dar ket û di nav desteserkirîyan de şanoger, sîyasetvan û parezer jî hene.
Jêder: Ajansa Mezopotamya