Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê Di 2 Salan De 89 Rojnamevanên Jin Hatine Dadgehkirin


Li gorî danegeha "Press In Arrest" li Tirkiyê di nav 2 salan de 89 rojnamevanên jin hatine darizandin.

Ji alîyê dadgehê ve di derheqê rojnamevanên jin de 84 belgedengên çapemenîyê hatine amadekirin û ji vana jî ew hatine darizandin.

Li gorî vê raporê ana li Tirkiyê bê girtin herî kêm 64 rojnamevanên jin bi tewanbarkirina nûçeyan tên sucdarkirin û darizandin.

Di nav du salan de jî di derheqê 21 rojnamevanên jin de 71 sal 7 meh û 18 roj cezayen hepsê hatîye dayîn.

Rojnamevan Berîvan Altan - Enqere
Rojnamevan Berîvan Altan - Enqere

Di nav van rojnamevanên jin de yek kes jî Berîvan Altan e. Altan di sala 2019 an de li Enqer li ser biryara Dadwerîya Cezaya Aştîya 3’êmîn ya Mersînê hatibû binçavkirin.

Darizandina rojnamevan Altan di meha Reşemîyê 2021 an de car din dê bihê çêkirin. Altan ev darizandina xwe wiha tîne ziman "Desthilatî me rojnamevanên dijber, bi taybet jî rojnamevanên jin ji bo xwe wek xetere dihesibînin. Binçakirin û darizandina min jî li ber çêkinina nûçeyan e. Ew me wek rojnamevanan jî nabînîn di serê wan de şiklek heye bes wisa dibînin."

Li gorî Altan rojnamevanên jin li qadên nûçeyan û di dema kar kirinê de rastî tundîya him zilaman û him jî hêzên ewlekarîyê tên. Altan vê yekêjî wiha radigîhîne:

"Em jin li her qadan çawa rastî tundîya mêran tên di karê rojnamevanîyê de jî nefsî tişt heye. Dema em wek jin karê xwe dikin bivê nevê çewsandina mêran li wan deran jî li ser me xwe dîyar dike."

Raporta Enqerê - 7 12 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:16 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG