Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Dijî Firîngeha Bexdayê de 2 Firok Zarar Dîtin


Dîmeneke ji êrîşêke dijî firokxaneya navneteweyî ya Bexdayê (Arşîv)
Dîmeneke ji êrîşêke dijî firokxaneya navneteweyî ya Bexdayê (Arşîv)

Artêşa Îraqê îro Înîyê bi daxuyanîyeke ragihand ku dijî firokxaneya navneteyî ya Bexdayê 6 êrîşên roketî hatine kirin.

Artêşê da zanîn ku di encama êrîşan de du firokên bazirganî zarar dîtine, lê ti ziyanên canî çêne bûye.

Hevdem, di daxuyanîyê de hat gotin ku roketên ku di serê sibê de hatine avêtin, li firokên ku qada Iraq Airways rawestandî bû n, ketine.

Kompanîya Iraq Airways dîyar kir ku di encama êrîşê de yek ji firokeyên wê yên li nêzî firokexaneyê rawestiyabû zarar dîtiye, lê xizmet bi asayî dimeşin.

Artêşê got ku pêgehên avêtina roketan li nêzî herema Ebû Xerîb hatine dîtin.
Li firokxaneya navneteweyî ya Bexdayê bingeheke leşkerî ya Îraqî heye ku şêwirmendên Amerîkî û yên din yên hevpeymaniyê, lê dimînin.

Du karbidestên ewlekarî yên ku nexwestine navên wan werin eşkere kirin jî, ser bûyerê ji ajansa nûçeyan ya AP're axifîne.
Wan daye zanîn ku roket ketina navbera heremên sivîl û leşkerî yên firokexaneyê.

Serokwezîrê Îraqê Mustefa Kazimî êriş şermezar kir û got: "Ev hewldaneke bo têkbirina navûdengê Îraqê ye, ku em hewl didin li herêmê û di asta navneteweyî de serrast bikin."

Li gor artêşa Îraqê û serokwezîrê Îraqê armanca êrîşa dijî firokxaneyê têkdana bawerîya bi ewlehîya Îraqê û herwiha astengkirina karê firokxaneyê bû.

Kazimî bang li alîyên sîyasî yên Îraqê kir ku êrîşê bi tundî şermezar bikin û herwiha di lêgerîna berpirsan de piştgirîya hêzên ewlehîyê yên Îraqê bikin.

Wî got ku bêdengîya li hember pirbûna êrîşan ji parastina sûcdaran re xizmetê dike.

Hevdem, Kazimî bang li civaka navneteweyî kir ku bi sedema êrîşê firînên bo Îraqê asteng yan sînordar nekin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) jî bi daxuyanîyeke zêdebûna hejmara êrîşên 'bi tundî' şermezar kir û ji aktorên siyasî xwest ku bi hev re tevbigerin û sûcdaran eşkere bikin.

XS
SM
MD
LG