Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Roketî de li Şamê 35 Kes Hatin Kuştin


Di êrîşeke roketî de li Şam ya paytaxta Sûrîyê 35 kes hatin kuştin.

Êrîşa roketî dijî sûkeke Ceremena ya bi ser Şamê de pêk hat. Kanala dewletê ya Sûrîyê dîyar kir ku roket ji herêma koma Feylak el-Rahman ya li Gutaya Rojhilat hatîye avêtin.

Reuters’ê dîyar kir ku ew êrîşa dawî yek ji êrîşên herî mezin yên serhildayan e.

Feylak el-Erhman, li Gutaya Rojhilat piştî Ceyşul Îslam, koma çekdar ya herî mezin e.

Feylak el-Rehman li Kefr Batna, Eyn Tarma, Arbin, Hamuriye û Madira ya li Gutaya Rojhilat bi hêz e.

XS
SM
MD
LG