Ajansa nûçeyan ya Reuters dîyar kir ku îro Çarşemê roketekî Katyuşa li bingehekeleşkerî ya Îraqî, li nêzî firokxaneya navnetewî ya Bexdayê ku hêzên Amerîkî lê dimînin, ketiye.
Reutersê ev agahî ji zarê jêderên ewlekarî û leşkerî yên Îraqî ragihand.
Artêşa Îraqê jî ragihand ku li herema el-Cîhad ya li başûrê Bexdayê, nêzî firokxaneyê roketeke nepeqîyayî jî hatiye dîtin.
Heman jêderan dîyar kir ku di bûyerê ti zarara canî çênebûye.
Karbidestên Amerîkî di hefteyên dawî de hişyarî dabûn ku jiber salvegera duyan ya kuştina generalê payebilind yê Îranî Qasim Silêmanî, dibe ku êrîşên dijî hêzên Amerîkî yên li Îraq û Sûrîyê zêde bibin.
Ti kes yan rexistinê heya niha berpirsîya êrîşên vê dawîyê negirtiye ser xwe.
Lê, komên milîs yên Îraqî yên girêdeyê Îranê ne, soza tolhildana kuştina Silêmanî û fermandarê milîsên Îraqî Ebu Mehdî el-Muhendîs dabûn.
Êrîşa îro di vê heftêyê de cara duya ye ku bingeha nêzî firîngeha navnetewî ya Bexdayê tê armanc kirin.
Roja Duşemê jî êrîşeke bi du dronan hatibû têk birin.
Herwiha, êrîşeke dijî bingeha Eyn el-Esad bi du dronên bombebarkirî ji hêla sîstema berevanîya esmanî ya Îraqê ve hatin xistin, bingeheke ku hêzên hêzên Amerîkî li wirê dimînin.
Silêmanî, di 3'ê Rêbendana 2020ê de li Îraqê di êrîşeke dronî de bi fermana serokê wê demê Trump hatibû kuştin.
Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî roja Duşemê got ku heke Trump jiber kuştina neyê darizandin, Tehran wê tola xwe hilîne.