Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Romanya Iohannis Dibêje Rûsya Êrîşên Nêzî Sînorê Wan Didomîne


Serokê Romanya Klaus Iohannis îro Sêşemê dîyar kir ku êrîşên dawî yên dijî Ukrayna nêzî sînorê welêt li dar ketine.

Iohannis bi bîr xist Rûsya heta niha jimareke caran êrîş birine ser binesazîya Çemê Danube ku li sînorê wê ye.

‘’Wezîrê berevanîyê îro ji min re piştrast kir ku êrîşên dawî 800 metre nêzî sînorê me ne’’

Wî ser êrîşên dawî yên Rûsya got ku pir û pir nêzîkî wan in.

Hêzên Rûsî meha borî êrîş biribûn ser bendera Reni ya li sînorê Romanya ku wê êrîşê bandor li wî welatî jî kiribû.

Romanya dibêje ya Rûsya dike tawana cengê ye û ew rê li ber veguhestina dexlûdan digire.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG