Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyoza Amerîka Alina L. Romanowski li Pîrmam bi Barzanî re Kom Dibe


Balyoza Amerîka Alina Romanowski û Masûd Barzanî serokê PDK'ê
Balyoza Amerîka Alina Romanowski û Masûd Barzanî serokê PDK'ê

Îro Şemiyê 30ê Adarê Balyoza Amerîka li Îraqê Alina L. Romanowski li havîngeha Pîrmam bi serokê PDK'ê Masûd Barzanî re kombû.

Li gor medya herêmî Barzanî pêşwaziya balyoz Romanowski kirîye û gotîye PDK "Her tim bi hilbijatinan re bûye, lê aliyên din ev du sal in, astengiyan dixin pêşiya hilbijartinan."

Barzanî di hevdîtinê de rexne li hin saziyên Îraqî yên weke Dadgeha Fedral ya Destûrî ya Îraqê girtin.

Barzanî gotiye "Şerê birçîkirina xelkê Kurdistnaê hatiye destpêkirin û ev demeke Îraq siyaseta givaştinan kar tîne ji bo xelkê Herêma Kurdistanê bêzar bikin, û niha jî dadgeha fedral weke çek û alavek bo domdariya wê siyasetê bikartîne."

Romanowski jî gotiye ew fikarên PDKê fam dikin, û mercên wan gihandine UNAMI û aliyên din yên Îraqî,

Wê bal kişandiye ser aramî û lihevhatinê di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de û got "Amerîka dixwaze herêma Kurdistanê aram û bihêz be ligel aliyên din bo çareseriya pirsgirêkan bi rêya diyalogê."

Ji hejî bîrxistinê ye ku 18ê Adarê PDKê daxyuniyek weşand bû û got: "Ji ber berpirsyariya xwe ya dîrokî û rewşa em tê de ne, bo xatirê berjewendiya gel û welatê xwe, em dibînin ku beşdarîyê di wan hilbijartinan de nekin yên ku di çarçoveya sîstemeke bi awayekî neqanûnî û nedestûrî hatiye ferzkirin."

Herwiha Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê li gel balyoza Amerîka li Iraqê civiya û pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje, îro Şemiyê 30.03.2024 "Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski kir."

Danûstandin derbarê rewşa li herêmê û Îraqê kirin û tekez li ser berdewamiya diyaogê bo çareseriya pirsgirêkan hat kirin."

Heta amadekirina vê raprtê, ne hesaba fermi ya balyoz Romanowski ne jî ya Barzanî tiştek derbarê hevdîtinan ne weşandîye, lê medya herêma Kurdistanê ciyek berfireh daye serdana balyoz Romanowski ya Herêma Kurdistanê.

XS
SM
MD
LG