Lînkên eksesibilîtî

Herêma Kurdistana Îraqê Peymeneke Nû ligel Rosneft Îmza Dike


Kompanya neftê ya Rûsî ya serekî Rosneft ragihand ku ewê berhemkarîya xwe li Herêma Kurdistanê zêde bike, di vê demê de ku herêm ji referanduma serxwerbûnê re amade dibe.

Rosneft’ê ragihand ku di encama peymaneke bi Herêma Kurdistanê re, ew qayil bû ku bi diravdana xeteke nû ya borîya gaza xwezayî peyda bike.

Jêderên nêzî peymanê ji Reuters’ê re ragihand ku buhayê berhemkarîya kompnay Rûsî pirtir jî 1 mîlyar dolarê Amerîkî ye.

Herêma Kurdistanê ji sala 2014an vir ve, bê erêbûna Bexda petrol difroşe derve û şîrketa Rosneft ya Rûsî jî vê salê dest bi kîrîna neftê ji Kurdan kiribû û bi mîlyonan dolar dirav bi deyn dabû herêmê.

XS
SM
MD
LG