Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran li Dijî Gurkirina Girjiyan Huşdariyê Dide Amerîka


Serokê Îranê Hesen Rûhanî
Serokê Îranê Hesen Rûhanî

Serokê Îranê huşdariyê dide serokê Amerîka Donald Trump ku girjiyan li dijî welatê wî gur neke, û pêşniyara aştiyê di navbera herdû welatan de dike.

Trump demekê berê îsal Amerîka ji rêkeftina navokî ya navnetewî li gel Îranê vekişand û biyara hin cezayên din li dijî Tehranê da.

Ajansa nîv fermî ya nûçeyan a Îranê ISNA ragihand ku serok Hesen Rûhanî ji Trump re îro Yekşemê gotiye:

“Bi dûva şêr nelîze, çimkî tu dê poşman bibe.”

Rûhanî pêşniyar dike ku aştî hîn jî mumkin e û dibêje:

“Divê Amerîkî baş têbigihin ku aştiya li gel Îranê ew dayika aştiyê ye û şerê li dijî wê dayika şeran e.”

XS
SM
MD
LG