Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dormêz: Hikûmeta Demkî li Sûrîyê


Hejmareka aliyên opozisyona Sûrîyê berdewam in di bizavên xwe de jibo ragihandina hikûmeteke demkî, herçende komelên opozisyon hêj ne yekrîz û yekdeng in.

Karmiran Hec Abdo, endamê serkirdayetiya Partîya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûrîyê – Yekîtî, dibêje ku “em hemû piştgîriya avakirina hikûmeteke întîqalî dikin, lê divê pêşî mirov wê hikûmetê li ser bingehên xurt ava bike.”

Dr. Kamiran dibêje divê ew hikûmet nûneratiya hemû kesên Sûrîyê bike û divê programeke sîyasî ya wê hikûmetê hebe. Dr. Kamiran herwiha got ku heta nuha rikeberî li ser pirsên siyasî yên girêdayî bi pêşeroja welat li hev nekiriye û pirsiyar dike çima hindek aliyên rikeberiyê dilezînin ku hikûmetekê çêkin.

Birêz Abdulbasit Hemo, rêberê Partîya Yekîtîya Kurdistanê li Sûrîye dibêje ku divê avakirina hikûmeteke demkî bi razîbûna hemû pêkhatên gelê Sûrîyê be, ne “bi lez û bez” jibo berjewendiya hindek hêz û kesayetîyan bê avakirin.

Birêz Hemo herwiha dibêje ku lezkirin jibo ragihandina hikûmeteke demkî wê zirarê bide pêşeroja Sûrîyê. Li gor birêz Hemo, ‘nemerkezî’ çareseriya herî rast e jibo pirsgirêka Sûriyê.

Li gor endamekê Encûmena Niştîmanî ya Sûrîyê, ragihandina hikûmeteke demkî nêzîk bûye.
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG