Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Rapora RSF'ê de Tirkîye di Warê Azadîya Ragihandinê de di Rêza 149'an de Ye


RSF

Netewên Yekbûyî 1993an de biryarek da û 3ê Gulanê weke roja azadîya ragihandinê ya cîhanê îlan kir.

Rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor (RSF) rapora 2022an eşkere kir.

Di Endeksa Azadîya Ragihandinê de Tirkîye di rêza 149an da ye.

Di sala 2021an de di rêza 153an da bû.

Di Endeksa Azadîya Ragihandinê de Tirkîye di sala 2005an de di rêza 98an da bû.

Di sala 2010an da 138;

2015an de 149;

2020an da di rêza 154an da bû.

Raporê de Tirkîye 4 rêz bipêş hatîye. RSF destnîşan dike ku di vê pêşketinê de, tekoşîna rêxsitinên sivîl li hember zext û tundîyan li ser ragihandinê bandor kiriye.

Herwiha boçûna xerab ya dewletên nêzî Tirkîye jî li ser vê encamê bandor kiriye.

Çalakîyên ku li hember tundîya li ser rojnamevanan, tekoşîna lêgerîna jibo maf û edaletê, hin biryarên erênî yên dadgehan, kêmbûna zindanîkirina rojnamevanan jî ji encamên vê pêşketinê ne.

RSF di rapora xwe de ragihandîye ku li Tirkîye li hember zextên giran tekoşînek jî heye.

Lê dîsa jî di nav 42 dewletên ‘’Xerab’’ da cîyê xwe paratsîye.

Hêjayî bîrxistinê ye di Tîrmeha 2021an da di xwepêşandanek de polîsan tundîyê li kamermanê AFPê Bulent Kiliç kirin û ew desterserkirin. Li hember vê rewşê piştî îlana rewşa awarte cara yekalî hember tundîyê çalakîyeke girseyî hate kirin. RSF cî daye vê bûyerê jî.

Di nav du salan da li Bursa û Kocaelî du rojnamevan jî hatin kuştin lê kujerê wan hatin girtin.

RSF, di 20mîn rapora Azadîya Ragihandinê de jibo Tirkîye vê tesbîtê kiriye:

‘’Bi sîstema serokatîyê hemî erk ketin nav deste Recep Tayip Erdogan. Sîstem veguherî ber bi otorîterbûnê da û ev kir ku azadîya ragihandinê tune were hesibandin, mudaxaleyên dadgerîyê kirin. Dadgerî, bi dexwaza Erdogan gelek kesan girt. Lê, hin dadger li hember van ‘Zexta giran’ denge xwe bilind kirin.

Hin rojnamevan bi hiceta ‘Heqaretê li serokomar kirine’ an ‘Endamê rêxitina terore ne, propganda kirine’ li wan doz vebû, lê ji van dozan beraet kirin.

Lê di şûna zindanîkirinê de ‘Kontrola edlî’ dan ser wan.

Di lîsta RSFê de Norwêc di rêza 1ê da ye, Almanya 16, Brîtanya 24, Fransa 26, Amerika 42, Îtalya 58an da ye.

XS
SM
MD
LG