Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

RSF: Vîrusa Korona bo Astegkirina Azadîya Medya Bûye Fersend


Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF) bi rapora ser azadîya medya ragihand ku jimareke welatên cîhanê di pandemîya vîrusa korona de rojnamevanî ‘’yan tam yan jî bi aweyekî qismî’’ asteng kiriye.

RSF dîyar kir ku ji 180 dewletan 73’yan rojnamevanî ‘’bi temamî yan bi awayî cidî asteng kiriye’’ û da zanîn ku li 59 dewletan jî hikûmetê bo zexta li ser rojnamevanên zêde bike xwe sipartiye şewba vîrusa korona.

Sekreterê Giştî ya RSF’ê Christophe Deloire da zanîn ku şewba vîrusa korona bûye ‘’fersend’’ ku hikûmet rê li ber azadîya medya bigirin.

Deloire dîyar kir ku medya ji alîyê faktorên sîyasî, aborî, teknolojîk û çandî tê asteng kirin.

Erître, Koreya Bakur, Turkmenistan, Çîn û Cibutî di lîsteya RSF de ketin rêzên herî dawî. Norwec, Fînlandîya, Danîmarka, Swêd jî di lîsteya RSF de ketin rêzên li pêş.

Li gor rapora RSF bo rojnamevanên herî zêde li Rojhilata Navîn û Afrîqaya Başûr zext heye û rewişa azadîya medya li Sûrîye, Misir û Erebistana Saudî ji berê xirabtir bûye.

Di lîsteya RSF’ê ya ser azadîya medya de Amerîka di rêza 44’an de cîh girt.

US Press Freedom Tracker, ku bi RSF re hevkarîyê dike, di sala dawî ya seroktîya Donald Trump de pirtir ji 400 rojnamevan rastî êrîşê hatin û 130 rojnamevan jî hatin desteser kirin.

XS
SM
MD
LG