Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nunerê RSF'ê Onderoglu li Tirkîyê Rewşa Azadîya Ragihandinê Dinirxîne


Tirkîye di azadîya çapamenîyê de di rêza 153'an de ye û niha bi biryara Wezareta Karê Hindur, desathilata polîsan hate zêde kirin.

Ku polîs bixwaze, dikare dema di dema şopandina nûçeyan de rojnamevanan asteng bike û dîmenên wan jê bibe.

Encama vê biryarê di 1'ê Gulanê de xuya bû û polîsan telefona peyamhinêra YOL TV li erdê xist û pêlê wê kir û biryarnameyê jî weke hecet nîşan da.

Erol Onderoglu
Erol Onderoglu

Erol Onderoglu, nûnerê Rojnamevanên Bêsînor yê Tirkîye, ji Dengê Amerîka re got ku li Tirkîye paşketina azadîya ragihandinê, bingeha xwe ji paşketina dewleta hiqûqê û paşketina mafên demokratik digire.

''Di encama wê de rojnamevan dema kare xwe dikin rastî cezayên idarî û astengîyan tên. Li Tirkîye dema mijara reformên hiqûq û mafê mirovan dikin, zext li ser mafê çapamenîyê girantir dibin. Biryarnameya Wezaretê jî minaka herî dawî ye.''

Onderoglu dîyar kir ku rojnamevanî divê serbixwe be, lê li Tirkîye bi navkirina “rojnamevanîya xwecîhî û netewî’’ rojnamevan tên sînordar kirin û ev yek wan ji erka rexnekirinê û ya lêkolînê bêpar dihêle.

''Çapamenîya netewî ji % 90 di bin kontrolên kesên nêzî desthilatîyê de ne. Ev jî gefek mezin e, herwiha li qadê polîs û dezgehên dewletê bi biryar û kiryarên xwe di nav hewildanê da ne ku meydanê ji rojnamevanan paqij bikin ku ev me dike nav fikarên mezin. ‘’

“Ger jiber girtina dîmenên polîsan îdare ewqas diqilqile, wê demê bawerîyek çêdibe ku nîyeta îdarê ewe hin tiştên ku li dijî hiqûqê dikin, veşêrin, ser wan bigrin, hene.''

Nûnerê RSF'ê bal kişand ku Tirkîye karta rojnamevanîyê bi serê xwe pirsgirêkeke mezin e û polîs têne karta şîn ya ku ji alîye serokomarîyê tê dayîn, qebûl dike.

Rojnamevanên ku ne xwedîyê karta şîn in, di dema şopandina nûçeyan de rastî astengkirina polîsan tên.

Onderoglu bi berdewamî got ku jiber karen rojnamevanîyê niha li Tirkîye 15 rojnamevan girtî ne.

''Li gor salên berê girtina rojanmegeran kêm kirine, lê rojnamevan êdî bi kontola edlî ya bi imzayê, bi qedexeya derketina derveyê ya welat tên ceza kirin. Ev jî awayekî cuda ya girtinê ye. Lewma em nikarin bejin tene 15 rojnamevan girtî hene. ‘’

Onderoglu di dawîya axaftina xwe de bal kişand ser cezayên berê û yên niha.

“Erê, berîya niha rojnamevan li nav çar diwarên zindanê bûn. Lê li Tirkîyeya îro çar diwarên zindanê di nav mêjîyê rojnamevanan de hatiye ava kirin. Asêbûna nav çar dîwaran, li kar jî, li kolanê jî, li sirgunîyê jî ji pey rojnamevanên Tirkîye nakeve.’’

KHF_05_03_2021_E_Onderoglu
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:29 0:00

XS
SM
MD
LG