Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF) ragihand ku li seranserê cîhanê 65 rojnamevan jiber karên xwe hatine kuştin û 326 rojnamevan jî girtî ne.
Li gor rapora RSF’ê ya 2017’an nîvê rojnamevanên girtî li Tirkîye, Çîn, Sûrîye, Îran û Vîetnamê ne.
RSF da zanîn ku pirtir ji 100 rojnamevan li Tirkîyê di girtîgehê de ne û ji van ‘’ya 43 kesan di navbera sedema girtina wan û rojnamevanîyê de peywendîyeke eşkere heye’’
RSF’ê dîyar kir ku li Tirkîyê rexnekirina hikûmetê yan peywendîya bi hin çavkanîyan re tenê, bi tohmeta piştgirîya terorê têra girtinê dike.
Rapora RSF’ê dide zanîn ku yek ji welatên ku dijî rojnamevanan zorbazîyê dike Çîn e. Rêxistina rojnamevanan dîyar dike ku Çîn êdî muxalîfan cezaya îdamê nade, lê li bendê disekine ku saxlemîya wan di hepsê de xirab bibe û bi wî awayî bimirin’’
Li gor raporê bo rojnamevanên welatê herî xeter Sûrîye ye. Di sala 2017’an de, li Sûrîyê 12 rojnamevan û xebatkarên medya hatin kuştin. Li dû Sûrîyê, welatên xeter Meksîka, Afganîstan û Îraq tê.