Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

RSF: Di Sala 2019'an de 49 Rojnamevan Hatin Kuştin


.
.

Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF) ragihand ku di sala 2019’an de li seranserê cîhanê 49 rojnamevan jiber karên xwe hatine kuştin.

Li gor rapora RSF’ê, îsal li Sûrîyê 10 û li Meksîko 10 rojnamevan hatine kuştin û ew her du welat di lîsteyê de li pêş in.

Li dû Sûrîye û Meksîko, Afganistan, Pakistan û Somalî tên.

Ji 49 rojnamevanaên kuştî 3 jin in û 20 ji wan li herêma şer hatine kuştin.

Di rapora RSF’ê de agahîyên ser rojnamevanên girtî jî hene.

RSF dîyar kir ku di sala 2019’an de 389 rojnamevan û xebatkarên medya cezaya girtîgehê sitandine.

Rêxistina rojnamevanan da zanîn ku li Çînê 120 rojnamevan hatine girtin û amaje kir ku wî welatî heta niha ti car ewqas rojnamevan negirtibûn.

Li dû Çînê, Misir, Erebistana Saudî, Sûrîye û Tirkîye tên.

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) di rapora di 2019’an de dabû zanîn ku li Çînê 48, li Tirkîyê 47 rojnamevan girtî ne û dîyar kiribû ku ew ‘’girtîgehên herî mezin yên bo rojnamevanan’’ in.

XS
SM
MD
LG