Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

RSF: Li Seranserê Cîhanê bi Qasî 400 Rojnamevan Girtî Ne


Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF) ragihand ku li seranserê cîhanê 387 rojnamevan di girtîgehan de ne.

Li gor rapora RSF’ê, ku di navbera 1’ê Çileyê û 1’ê Berfanbara 2020’an de hatiye hazir kirin, li rêza pêşî Çîn heye ku li wî welatî 117 rojnamevan girtî ne.

Piştî Çînê, bi 34 rojnamevanên girtî Erebistana Saudî, bi 30 rojnamevanan Misir, bi 28 rojnamevanan Vîetnam û bi 27 rojnamevanan Sûrîye tê.

Rapora RSF’ê raber dike ku hejmara rojnamevanên girtî yên li wan welatan 61 ji sedê rojnamavên girtî yên li seranserê cîhanê ne.

Sala borî RSF dîyar kiribû ku 389 rojnamevan girtî ne.

Dîsa li gor rapora îsal, hejmara rojnamevanên jin îsal li gor sala borî 35 ji sedê zêde bû û ji 31’an rabû 42’yan.

Ew rapora RSF dide zanîn ku li Sûrîye, Yemen û Îraqê herî kêm 54 rojnamevan dîlgirtî ne. RSF dîyar dike ku îsal 4 rojnamevan hinda bûne û li ser wan ti agahîyeke nû tune.

XS
SM
MD
LG