Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di mîtînga Agirîyê de got ku ew bawer dike ku wê li bajêr careke din Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) bi ser keve.
Erdogan dîyar kir ku Agirîyê di hilbijartinên Gulana 2023’yan encama di dilê wî de nedaye, lê ewê di hilbijartinên 31’ê Adarê de bide.
‘’Jibo me û Agirîyê rêyek heye ku ji dilan diçe dilan. Me jîyana xwe jibo berevanîya îradeya netewe bexş kir. Bi vê helwestê, ji darbekaran heta rêxistinên terorî û faşîstan kî derket pêşîya me têkoşîna me dît.’’
Wî got ku di salên borî de Agirî dûrî Enqere û Stenbolê bû, lê ew êdî bi şertên nû yên ragihandin û veguhestinê nêzîkî her derê ye.
Erdogan di axaftina xwe de Partîya Gel ya Komarî (CHP) û Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) rexne kir û dîyar kir ku xizmetên jibo Agirî, Amed û Wan ne xema wan in.
Serokê Tirkîyê got ku Agirî bi bajarvanîya AKP’ê pêşve çûye û ew dixwazin bi bajarvanîya rast bajêr pêşdetir bibin.
Di hilbijartinên 2019’an de, AKP li Agirîyê bi berbijarîya Savci Sayan bi 55 ji sedê dengan bi ser ketibû.
Jibo hilbijartinên 31’ê Adarê berbijarê AKP’ê Mehmet Salîh Aydin e û li hember wî berbijarên DEM Partî Hazal Aras û Mehmet Akkuş in.
Jêder: ANKA