Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan û Alîyev Daxwaza Vekirina Korîdora Zengezorê Dikin


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Duşemê di serdaneke yekrojî de, li herema Naxçivan ya Azerbaycanê bi hevtayê xwe yê Azerî Îlham Alîyev re civîya.

Erdogan û Alîyev di hevdîtinê de têkilîyên dualî û taybetî jî bûyerên dawî yên li Qarabaxê gotûbêj kirine.

Di preskonferansa hevbeş de, Alîyev bal kişand ser ‘operasyona dijî terorê ya li Qarabaxê’ û got ku Azerbaycanê 5 roj berê serwerîya xwe ya li heremê bi tevahî jinûve ava kiriye.

Şîrovekar bal dikşînin ser herema Naxçivanê ku îro Erdogan û Alîyev li wir hevdîtin kirin jiber ku Enqere û Baku dixwazin bi avakirina korîdoreke bejayî ku ji başûrê Ermenîstanê re derbaz bibe, wê heremê bi Azerbeycanê ve girêdin ku wek Korîdora Zengezorê tê zanîn.

Alîyev di derbarê wê korîdorê de got ku Zenazor ji alîyê rêvebirîya Sovyetê ve ji Azerbaycanê hat qetandin û bi vî awayî peywendîya erdnîgarî ya navbera beşa serekî ya Azerbaycanê û Naxcivanê qût bû.

“Armanca nû ya Azerbaycan û Tirkîyê Syunik e ku heremeke li başûrê Ermenistanê ye û korîdor tê re derbaz bibe. Her du dewlet vê yekê bi eşkereyî dîyar dikin ku amadekarîyên çalak didomin,“ Alîyev got.

Erdogan jî ser opreasyona Azerbaycanê ya li Qarabaxê piştgîrîya xwe dîyar kir ku ya wek dijî terorê bi nav kir.

“Azerbaycanê piştî şerê Qarabaxê yê duyê nêzî 3 salan fikarên xwe yên ser heremê anî ziman, lê ti bersîv nedît. Ew di encamê de neçar ma ku ser axa xwe operasyoneke dijî terorê pêk bîne. Rewşa nû bo asayîkirineke berfireh ya li heremê rê derîyên nû yên derfetan vekirine û divê ev derfet were nirxandin. Em li bendê ne ku Ermenistan destê ku Azerbaycan bo aştîyê dirêj dikie, bigire û gavên dilsoz bavêje.”

“Ev operasyon wek derfeteke dîrokî ya avakirina aştîyê li herêma Qafqasya Başûr e, lê Ermenistan vê derfeta dîrokî bi rengekî karîger bi kar nayîne,” Erdogan Sêşema borî, roja ku Azerbeycanê dest bi operasyona leşkerî li Qarabaxê kiribû, li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî gotibû.

Erdogan herwiha got ku ew li bende ne ku Azerbaycan û Ermenîstan peymana aştîyê îmza bikin û bo vekirina korîdora Zengazorê, sozên ku di peymana agirbestê ya 2020’an ya bi navbeynkarîya Rûsya hatine dayîn demûdest bi cîh bikin.

XS
SM
MD
LG