Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Îro li Hatayê Soza Avakirina bi Hezaran Xanîyên Nû Da


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Duşemê bi Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî re çû bajarê Hatayê ku rewşa piştî erdhejê bibîne.

Erdogan li Navenda AFADê ya li Hatayê got ku di nava kavilên dora 21 hezar avahîyan de paşmayên pirtir ji 71 hezar yekîneyên serbixwe hatin derxistin.

Erdogan da zanîn ku pirtir ji 114 hezar û 834 kes hatine rizgar kirin.

“Emê bikaribin hejmara konteyniran heta 200 hezarî zêde bikin. Emê hemwelatîyên xwe yên li konteynir û çadirgehan heta salekê veguhezînin wargehên mayînde.”

Erdogan da zanîn ku ewê di meha Adarê de dest bi avakirina xanîyan bikin û li Hatay 40 hezar û 426, Mereş 45 hezar û 67, Semsûr 25 hezar û 882, Entab 18 hezar û 544 wargeh wê werin çêkirin.

XS
SM
MD
LG