Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdana Ehmed el-Şeri’ Ya Tirkîyê Çawa Tê Nirxandin?


Serokê qonaxa demkî yê Sûrîyê Ehmed el-Şeri’ îro sardana Enqerê kir û ji hêla Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ve bi merasîmeke fermî hate pêşwazîkirin.

Hevdîtina Erdogan û el-Şeri’ ji çapemenîyê re girtî bû, lê piştî hevdîtinê herdu serokan pêk ve daxuyanî dan.

Di daxuyanîyê de hate ragihandin ku ew li ser têkilîyên Tirkîyê û Sûrîyê yên dahatû rawestîyane.

Tê ragihandin ku Erdogan û el-Şeri’ li ser aborî, enerji, parastin, PYD û YPG, destûra bingehîn, yektîya axa Sûrîyê û hin babetên din jî nîqaş kirine.

Pisporê Karûbarên Levan yê Navenda Lêkloîna Rojhilata Navîn (ORSAM) Oytum Orhan, ji Dengê Amerîka re ragihand ku serdana el-Şeri’, Sûrîya nû di navbeyna xeta navnetewî de dide qebûlkirin.

“Hatina Ehmed el-Şeri’ di demeke wiha de gelek girîng e. Sûrîya di demeke taybet re derbas dibe û pêdivîya Sûrîyê bi gelek tiştan heye. Di vê hevdîtinê de jî dîyar bû li ser aborî yên wekî nûavakirina Sûrîyê, bazirganî, weberhênanên hevbeş, projeyên enerjî û binesaziyê hatin nîqaşkirin. Tîrkîyê dixwaze li her deverê piştevaniya Sûrîyê bike. Girîngîya sereke ya vê serdanê ev e ku herdu alî di heyama nû de dixwazin girîngîyê bidin avakirina têkilîyên kûr. Encama din ya vê serdanê ew e ku Ehmed el-Şeri’, di qada navnetewî de were qebûlkirin.”

Tirkîyê girîngîyeke mezin dide yektîya axa Sûrîyê. Rayedarên Tirkîyê jî dema Sûrîyê pênase dikin peyva Ereb bi zanetî bikar tînin û wek Komara Sûrîyê ya Ereb bi nav dikin. Lê ji alîyê rayedarên Sûrîyê ve, heta niha di vî warî de tiştek vebir nehatîye dîyarkirin, ji ber ku hê destûra bingehîn ya nû nehatîye danîn.

“Di vê serdanê de mijara herî girîng parastina yekîtî û yekparêzîya Sûrîyê ye. Tirkîyê di asta serokomarîyê de li dijî terorê piştgirî dide rêveberîya nû ya Sûrîyê. Dibe ku ev yek di daxuyaniyên pêşerojê de bibe mijara sereke. Di heman demê de, avakirina hikûmeteke hemaheng li Sûrîyê û beşdarbûna komên kêmneteweyan, di rêveberiyê de dê bibe mijareke girîng,” Oytum Orhan got.

Ehmed el-Şeri’ cara yekemîn di 2 Şibatê de çû Erebistanê. Pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bulut serdana Ehmed el-Şeri’ ji Dengê Amerîka re nirxand.

“Sûrîye naxwaze ku xwe bi hêlekê ve girê bide. Heke girêdayî cîyekî bibe, ewê jî ji bo Sûrîyê kêşe durist bike. Ji ber vê yekê jî el-Şeri’ têkilîyên xwe bi welatanên Rojava û Ereban re pêş xist. Gava têkilîyên Sûrîyê li hemberî Erebistanê pêş bike ve bi vê nevê li gel Tirkîyê jî paş dikeve. A rastî Sûrîye naxwaze xwe zêde bi Tirkîyê ve jî girê bide. Di vê serdanê de jî dîyar dibe ku Tirkîye dixwaze di herêmê de bibe hêzek mezin. Lê gerek em bizanibin ku li Sûrîyê Tirkîyê tenê nîne, ku hêza Erebistanê li Sûrîyê dê ji Tirkîyê zêdetir be. Ev yek di çapemenîya Ereban de jî dîyar dibe.”

Di vê hevdîtinê de mijareke girîng jî mesala Rojava bû. Ehmed el-Şeri’ berî serdana Tirkîyê daxuyanîyek da çapemenîya Ereb û ragihand ku hêzên Rojava dijî çekberdanê nînin. Ev gotin di çapemenîya Tirkîyê de jî cîyekî berfireh girt.

Faîk Bulut, dide zanîn ku Tirkîyê di dema Trump ya berê de jî armanc kiribû ku destwerdana Rojava bike lê Trump destûr neda.

“Tirkîyê bi rêya Ehmed el-Şeri’ hewl da ku stratejiyekê derxîne holê, da ku tevgera Kurdan al li Rojava bi awayekî leşkerî û siyasî bikeve quncikê. Hakan Fîdan daxuyanî da û got, ‘Ev êdî ne karê me ye, divê hikûmeta Sûrî bi vê mijarê re eleqeder be’. Piştî ku Tirkîyê dît ku bi serê xwe hêza el-Şeri’ têr nake, Tirkîyê taktîkên nû bikaranî: ‘An em operasyonên hevbeş bikin an jî hûn me vexwînin, em jî bi daxwaza we li herêmê hebûnê nîşan bidin.’ Lê li hemberî Tirkîyê dewletên rojava hene. Amerîka, Fransa û Yekîtiya Ewrupa. Ew van planên Tirkîyê li qadê asteng dikin.”

XS
SM
MD
LG