Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Endamtîya Swêdê ya li NATO Erê Kir


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan endamtîya Swêdê ya li NATO pejirand.

Biryar di Rojnameya Fermî ya Tirkîyê de hat weşandin.

Parlamana Tirkîyê bernivîsa ser endamtîya Swêdê ya li NATO pêr Sêşemê li hember 55 dengan bi 287 dengan erê kiribû.

Bi vî awayî bi tenê Macaristan maye ku hîn endamtîya Swêdê nepejirandiye.

Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson bi nameyekê ji hevtayê xwe yê Macar Viktor Orban re pêşnîyar kir ku ew hefteya pêş li Bruksel ya paytexta Belçîka kom bibin.

Berî pêşnîyara Kristersson, Orban ew vexwendibû Macaristanê.

Kristersson dîyar kiribû ku ew dikarin bicivin û bi dîyalogê danûstandinê bikin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG