Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Hişyarî Dide Îsraîlê ku Hamasê li Tirkîyê Neke Armanc


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ser nûçeyên medyaya Îsraîlê û Amerîka, ku îdia dikirin ku Îsraîl planan dike ku rêberên Hamasê yên li Lubnan, Qatar û Tirkîyê dijîn bigre, axifî.

Erdogan dema ji Qatarê vedigerî di firokê de ji rojnamevanan re got ku kesên wan nûçeyan çêdikin Tirkîyê nas nakin.

‘’Eger hewil bidin ku şaşîyeke wisa bikin divê bizanibin ku ewê bedela wê pir û pir giran bidin’’

Wî dîyar kir ku divê ti kes ji bîra xwe dernexe ku Tirkîye ne dewleteke wisa ye ku nû ava bûye.

Kanala dewletê ya Îsraîlê, KAN daxuyanîya Serokê Îstixbarata Navxweyî ya Îsraîê Ronen Bar weşandibû ku digot ku bi salan bikşîne jî ewê endamên Hamasê yên li Lubnan, Tirkîye û Qatarê bigirin.

Wall Street Journalê jî ji zarê karbidestên Îsraîlê ragihand ku îstixbarata wî welatî hazirîyê dike ku piştî şerê li Gaza rêberên Hamasê yên li cîhanê bikuje.

Di nûçeya Wall Street Journalê de tê ragihandin ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ferman daye îstixbaratê ku ser girtina rêberên Hamasê yên li Lubnan, Tirkîye û Qatarê dest bi planan bikin.

Jêder: VOA, Reuters

XS
SM
MD
LG