Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan got ku rêvebirîya Serokê Amerîka Joe Biden firotina firokên şer yên F-16’an bi erêkirina Enqerê ya endamtîya Swêdê ya NATO ve girêdide.
Erdogan got ku girêdana mijara F-16’an bi serlêdana Swêdê wan gelek aciz dike.
Erdogan piştî Hilcivîna G20 ya li Hîndistanê got ku wî dema civînan de bi Biden re hevdîtinek kiriye û wan li ser şandina firokên F-16 ji Tirkîyê re gotûbêj kiriye.
Erdogan got ku Biden di navbera erêkirina serlêdana Swêd ya endamtîya NATO û firotina F-16’an ya ji Tirkîyê re girêdanek danaye.
Erdogan got ku berîya ku Tirkîye endamtîya wê NATO’yê bipejirîne, divê Swêd sozên xwe bi cîh bîne û gavên zêdetir yên wek radestkirina hîn kesan bavêje.
Stockholmê, bi armanca çareserkirina fikarên Tirkîyê, di Hezîranê de qanûnek derxist ku tê de endambûna komeke terorîst yan jî alîkarîya lojîstîk û darayî dide komên qedexekirî wek sûc dibîne.
Stockholmê herî dawî geşbînîya xwe dîyar kir ku qanûndanerên Tirk dema ku di meha Cotmehê de jinûve bicivin, daxwaznameya xwe ya NATO’yê erê bikin.
Tirkîye ku di rêya Swêd ya ber bi NATO’yê ve astenga serekî ye, di Cotmeha 2021’an de xwestibû ku ji Amerîka bi buhayê 20 mîlyar dolarî F-16 û nêzî 80 kelûpelên nûjenkirina firokên şer bikire.
Piştî dijberîya bi mehan, Erdogan di Hilcivîna NATO ya Tîrmehê de qebûl kiribû ku daxwaza Swêdê ya tevlêbûna NATO’yê bo erêkirinê bişîne parlamentoya Tirkîyê.
Piştî rojekê Şêwirmendê Ewlekarîya Netewî ya Amerîka Jake Sullivan gotibû ku Washington wê bi Kongresê re dest şêwira şandina F-16’an ji Tirkîyê re bike.
Lê, hem dema danûstandina ser F-16’an û hem jî erêkirina parlementoya Tirkîyê bo Swêdê hîm ne dîyar e.
Swêd û Fînlandîya, piştî ku Rûsyayê Ukrayna dagir kiribû, sala borî serlêdana endamtîya NATO’yê kiribûn.
Pêyvajoya endamtîya Fînlandîya di Nîsanê de hat temam kirin, lê ya Swêdê ji alîyê Tirkîyê û Macarîstanê ve tê ragirtin.