Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevdîtina Serok Obama û Serokwezîrê Tirkîyê Erdogan Îro ye


 Serokwezîr Erdogan roja Çarşemê li eyaleta Maryland pişikdarî li merasîma avakirina Navenda Çand û Şaristanî ya Tirk û Amerîkî kir
Serokwezîr Erdogan roja Çarşemê li eyaleta Maryland pişikdarî li merasîma avakirina Navenda Çand û Şaristanî ya Tirk û Amerîkî kir
Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ku serdana xwe ya Washingtonê didomîne, îro li Qesra Spî ligel Serok Obama kom dibe.

Li ber e hevdîtin bi dema Dîyarbekirê di demjimêr 16.45 de were kirin.

Tê çaverê kirin ku şerê berdewam li Sûrîyê dê cîhekî girîng di danûstandinan de bigire.

Tê zanîn ku her du alî li ser kêşeya Sûrîyê xwedî nêrînên cihê ne. Enqere ji Washingtonê dixwaze ku sîyaseta xwe ya hember Esed xurtir bike û herêmeke bêfirên li Sûrîyê deyne.

Tirkîye herwiha dixwaze Amerîka ji opozîsyona Sûrî re çek û sîlahan peyda bike, lê Amerîka ditirse ku çek bikevin destê Îslamîyên radîkal.

Beramber vê helwestê, Amerîka piştgirîya rêbazên dîplomatîk dike. Jibo vê armancê, Wezîrê Derve John Kerry bi hevtayê xwe yê Rûsî Lavrov dixebite ku konferanseke navnetewî li Cenevre’yê kom bibe û dawî li xunrijandina li Sûrîyê bîne.

Washington herwiha ji Enqerê dixwaze ku helwesteke xurt li dijî gruba çekdar el Nusra bistîne ku nêzîkî El Qaydê tê dîtin.

Serokwezîr Erdogan do Çarşemê li eyaleta Maryland pişikdarî li merasîma avakirina Navenda Çand û Şaristanî ya Tirk û Amerîkî kir.

Birêz Erdogan di axaftina xwe ya li wê derê dê got, ew çaverê ne ku avakirina navendê di Cotmeha 2014’an de temam be.
XS
SM
MD
LG