Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Tirkîyê Erdogan Kabîneya Xwe Guhart


Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan guhartin di kabîneya xwe de kir, piştî ku sê wezîrên wî, jiber tawanên dizî û şelandine, karvekêşana xwe dabûn.

Birêz Erdogan di axaftina xwe de got, hin wezîr jiber lêpirsîna berdewam ya dizî û şelandinê, hinekên din jî jiber berbijarîya hilbijartinên herêmî daxwaza kar vekêşanê kirine.

Erdogan lêzêde kir ku hin guhertin jî biryara wî ya şexsî ye.

Serokwezîrê Tirkîyê wezîrên aborî, nevxweyî û jîngehê guhertin ku kurên her sê jî jiber lêpirsîna berdewam ya dizî, şelandin û bertîlê deteserkirî ne.

Bi giştî, Erdogan 10 wezîr guhartin ku ew jî nîva kabîneya wî ye.
XS
SM
MD
LG