Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dîyarbakir ser Tomarên Deng Çi Difikre?


Piştî dengê tomarkirî yên ku roja Duşemê hatin belavkirin ku tê îddîa kirin dengê Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayîp Erdogan û yê kurê wî Bîlal e, rojeva sîyasetê hat guhertin.

Sîyasetvan Sebahattîn Korkmaz ji Dengê Amerîka re wîha axifî:

“CHP, MHP û Cemaata Gulen, raya xwe di îrada millet de nabînin û hêvîya wan tuneye ku di hilbijartinan de biser bikevin. Dixwazin bi van awayan rêya Erdogan bigrin."

Korkmaz got ew cepha çêbûyî, ji hatina Serokwezîr ya Dîyarbekirê jî ne dilxweş bûn. "Jiber ku Erdogan li vir Mesud Mesud Barzanî hembêz kir herwiha peyva Kurdîstanê bilêv kir xwestin derbeyeke li wî xin."

Ji rûniştvanên Dîyarbekirê Necmîye İşik jibo dengên tomarkirî got "Hawar û duayên dayikên Roboskê qebûl bûn."

Sadiq Katip jî got, ger AKP pir bi xwe bawer be bila pêşîya lêpirsînan negire.

please wait

No media source currently available

0:00 0:08:09 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG