Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê got ku ger agirbesta li rojavayê bakurê Sûrîyê were şikandin, ewê bêguman bersîveke leşkerî ya tund bidin.
“Hîn binpêkirinên biçûk yên agribestê li Îdlibê çêdibin û girîngîya Tirkîyê ewlehî û parastina 12 xalên wan yên çavdêrî ye ku li wê herêmê hatine danîn,” Erdogan li parlamanê li pêş qanûndanerên partîya xwe got.
Erdogan bi berdewamî got ger êrîşeke biçûk jî li hember wan çêbe, ewê bi tundî bersîva wê yekê bidin.
“Emê ne tenê tola êrîşên biçûk jî rakin, emê herwiha bi xurtî bersîva êrîşên dijî me bidin. Leşkerên Tirk, zarokîn wî gelî ti car ne hewceyî parastina Beşar Esadê zordar in. Bila ev baş were zanîn.”
Rûsya û Tirkîyê di şerê navxweyî de piştevanîya du alîyên dijber dikin. Moskow, ku piştgirî dide hikûmeta Şamê, dibêje ku ew berevanîya yekîtîya axa Sûrîyê dike û dijî komên terorîst şer dike.
Tirkîye jî piştgirîya serhildayên Sûrî dike ku niha li Îdlibê dijî hikûmeta Şamê şer dikin.
Girjîya di navbera Moskow û Enqerê de gur bûbû û herî kêm 36 leşkerên Tirk li Îdlibê hatibûn kuştin.