Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Daxwaza Dirêjkirina Rewşa Awarte Bo Sê Mehan Dike


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Pêncşemê dibêje ku dirêjkirina rewşa awarte bo sê mehan wê ji welêt re kêrhatî be.

Tevî rexneyên heyî ku Erdogan hewila darbeya leşkerî bona bêdengkirina dijberên xwe dijberên xwe dixebitîne, wî bi zimanekî tûj got ku şerê dijî terorê wê bidome.

Erdogan da zanîn ku gel piştgirîya wan dike ku şerê dijî terorê bi awayekî xûrtitr berdewam bike.

"Dirêjkirina rewşa awarte bo sê mehan di berjewendîya Tirkîyê de ye. Hin kes dibêjin yek sal ne rast e. Em çaverê bin û bibînin, dibe ku 12 meh jî têra me nekin,” Erdogan li Enqerê got.

Hêjayî gotinêye ku pirtir jî 100,000 kes ku nav wan de polîs, karmendên civakî, leşkerî jî hene, ji karên xwe hatine dûrxistin, bi sedema ku rola wan de hewila darbê de heye yan piştgirî danê wê yekê.

Karbidestên Tirk didine zanîn ku ji 15'ê Tîrmehê vir ve nêzîkî 40,000 kes hatine girtin ku ew jî dibe armanca rexneyên rêxistinên mafên mirovan, welatên Ewrupî û partîyên opozîsyonê.

XS
SM
MD
LG