Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Şaredarên Bajarên Mezin bi Serokomar Erdogan Civîyan


Li ser vexwendina Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, 29 şaredarên bajarê mezin li qesira serokomarîyê civîn.

Li Tirkîyê tevahî 30 şaredarê bajarê mezin hene. Ji van 15 AKP, 11 CHP, 3 HDP û 1 jî yê MHP’ê ne. Di vê civînê de dêl 3 şaredarên HDP yên Amed, Mêrdîn û Wanê de şaredarên qayumê beşdar bûn. Şaredarê CHP’ê yê Hatayê jibo ku li Çînê bû beşdar nebû.

Piştî pîşandina qayuman raya Tirkîyê vê civînê her çiqas bi erênî temaşe bike jî, hilbijêrin Kurd bi guman nêzîkî vê civînê dibin.

Fahrettîn Kara ku hilbijêrekî Kurd e, piştî pîşandina payûman civîna şaredarên bajarê mezin erênî nabine:

“Şaredarên Kurdan ji erka xwe durdixînin û du re jî şaredaran dicivînin. Kurdan alîkarî da CHP’ê û niha rastî neheqîyeke hatine. Lê em dibînin ku şaredarên CHP’ê bi desthilatê re rûdinin. Wisa dîyar e ku CHP dixwaze desthilata Tirkîyê meşrû bike.”

Gulşen Erol, beşdarbûna şaredarên CHP’ê bi tundî rexne dike û dide zanîn ku Kurdan piştkirîya kê kirîye darbe ji wan xwarîye:

“Herke dizane ku şaredarê Stenbolê, Enqerê, Edenê, Mêrsînê bi dengê Kurdan hatin hilbijartin. Kurdan piştgirî da wan, lê şaredarên wan bi bangekê çûn bin pêyên Recep Tayyîp Erdogan.”

Meryem Uçar jî vê hevdîtinê rast nabîne û hêvî dike ku Kurd ji vê civînê dersekê derxînin. “Şaredarên Kurdan di bin pîşandina qayuman de ne, lê ew di navbera xwe de li piş yektîyê ne. Dema Kurd palpiştî didin yekî, gerek baş hesab bikin.”

ED_09_12_2019_Enqere_Saredar
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:52 0:00


XS
SM
MD
LG