Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bajarvanê Berê yê Batmanê Mehmet Demîr Serdana Erdogan Dinirxîne


Erdogan li Batmanê
Erdogan li Batmanê

Serokomarê Tirkîye Recep Tayîp Erdogan roja Şemîyê seredana bjarê Batman (Elih) kir û li wê derê peyamên tunnd li dijî HDP û CHPê dan.

Serokomar Erdogan got ku bi destpêka desthilatîya wan de rewşa awarte li heremê hatiye kirin û dîyar kir qada maf û azadîyê jî berfirehtir kirine, qedexya li ser Kurdî rakirin.

Wî li Batmanê behsa pêvajoya çareserîyê jî kir.

''Armanca me ew bû vê pirsê çareser bikin û em ji dil bûn, lê prosa jiber êrîşên rêxistinê bi dawî hat. Rêvebirên rêxistinê jî vê rastîyê îtiraf dikin û dibêjin jiber zextên hin alîyên li Ewrupa, dest bi pevçûnan kirine.’’

Serokomarê Tirkîye îdia dike ku HDP û CHPê ne xwedan polîtîkayayên serbixwe ne û hin hêz wan kelêka hevdu.

Hevşaredarê Batmanê Mehmet Demîr, ku berî du salan ji kar hatibû dûrxistin, wî serdana Erdogan ji Denegê Amerîka re nîrxand.

“Erdogan dema behsa dîroka Batmanê kir got ku bajarê 12 hezar salî ye, lê Heskifa 12 hezar salî bi deste wan de di bin avê de hate hiştin. 'Te dest da ser îradeya bajêr, dest da ser şaredarîyê, meclîsa wê pûç kir û vîna bajar nas nakî, çi wateya razamendîya wî bajarê heye,’’ Demîr got.

Demîr bal kişand ku Erdogan xwe pesand ku di dema wan de qedexeya ser Kurdî rabûye, gelek maf û azadî hatine dayîn.

“Sitraneke Kurdî heye bi navê 'Batmanê Batman e''. Di dema pêşwazîya Erdogan de di ev stran hatiye lêxistin lê beşa ku dibêje ‘Batmana Kurda ye’ jê hatiye derxistin. 'Ev jî nişan dide ku çawa li pirsgirêka Kurd dinerin,’’ Demîr bi berdewamî got.

Serokomarê Tirkîye li Batmanê got bingeha pirsgirêka Kurd ji polîtîkayên dema desthilatîya CHPê tê.

Şaredarê Batmanê Demîr got ku îro tiştê ku di dema Erdogan de hatine kirin di dema CHPê de jî nehatine kirin.

Wî bûyerên Cizîrê yên di dema şerê xendekan de bi bîr xist û ew .

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

XS
SM
MD
LG