Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Serokê Hilbijartî yê Amerîka Biden Pîroz Kir


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê bi daxuyanîyeke, Serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden pîroz kir, û biryardarîya xw e ya xebata nêz ya bi rêveberîya nû re dîyar kir.

"Ez bawer dikim ku hevkarî û tifaqa xurt ya di navbera welatên me de wekî ku heya îro alîkarîya aştîya cîhanê dikir, ewê di pêşerojê de jî berdewam bike. Ez biryardarîya xwe ya bi vê nerînê ya bo hevkarîya nêz ya bi Rêvebirîya Amerîka re di dema tê de, dubare dikim. Ez serkeftina weya hilbijartinê pîroz dikim û jibo aştî û aramîya gelên Amerîka hevîyên xwe yên dilsoz radigihînim,” Erdogan got.

Tirkîyê digel Rûsyayê, yek ji wan çend welatan bû ku li ser serfirazîya Biden ji dema ku wî roja Şemiyê serfirazîya xwe di hilbijartina seroktîya Amerîka ragihandibû vir ve, ti şîrove nekiribû.

Di daxuyanîyê de, Serok Erdoğan got ku ew hêvî dike ku encamên hilbijartinên Amerîka jibo Dewletên Yekbûyî bikêrhatî be û Erdogan dikare li ser nîqaşên berê bi Joe Biden re, ku di revebirîya Barack Obama de wek cîgirê serokê Amerîka kar dikir, çareser bike.

"Peywendîyên Tirkîyê û Amerîka xwedîyê bingeha stratejîk e, ser bingeheke baş hatîne damezirandin. Îro, pirsgirêkên ku em di asta cîhanî û herêmî de rûbirû ne pêwîst dike ku em van têkiliyên xwe li gor berjewendî û nirxên hevpar bêtir pêşve bibin û xurt bikin," Erdogan got.

Hevdem, ji alîyê din Serokê Tirkîyê Erdogan ji Donald Trump re jibo vîzyona wî ya dilsoz û bi biryar û herwiha bo sipasîya berfirehkirina peywendîyên di navbera Amerîka û Tirkîyê de ya dema seroktîya wî ya çar salî de, peyamek şand.

Hejayê bîrxistinêyê ku Trump û Erdogan tevî têkiliyên aloz yên di navbera her du hevalbendên NATO'yê yên li ser sîyaseta Sûrîyê û biryara Tirkîyê ya kirîna sîstemên parastina mûşekên yên Rûsyayê, têkiliyek kesane ya xurt ava kirin.

XS
SM
MD
LG