Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dozgerên Federalî Dawî li Doza Hember 11 Parêzkarên Erdogan Anîn


Dozgerên federalî yên Amerîkî dawî li doza hember 11 parêzkarên serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan anîn, ku Gulana borî bi lêdana xwepêşanderên aştîyane dihatin tawanbar kirin.

Dozgerên federalî yên Amerîkî li hember 15 zêrevanên Erdogan doz vekiribûn û ew yek peywendîyên aloz yên navbera Washingtonê û Enqerê hîn xirabtir kiribû û bûbû sedema krîzeke dîplomatîk.

Dozgerên Amerîkî di meha Mijdarê de dawî li doza hember 4 parêzkarên Erdogan anîbû û dû re jî di 14'ê Şubatê de, rojeke berî çûyîna Wezîrê Derve yê Amerîkî Tex Tillerson ya Enqerê, doza hember 7 parêzkarên din jî pûç kiribû.

Tillerson çûbû Tirkîyê ku peywendîyên aloz vegerîne asta normal û destberdana dozên dijî parêzkarên Erdogan wek gavên dilxweşkirina Tirkîyê tê dîtin.

Lê karbidestên Amerîkî dibêjin ti giwaştin li ser dozgeran çênebûne ku jiber sedemên sîyasî dest ji van dozana berdin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku li pêş kamerayan parêzkarên Erdogan yên bi kincên fermî êrîş biribûn ser xwepêşandarên hevrik û bi kulm û pehnan li wan xistibûn.

Di encama êrîşan de 9 xwepêşander jiber birînên xwe ji nexweşxane re hatibûn rakirin û herwiha polsek û du karmendên federalî jî birîndar bûbûn.

XS
SM
MD
LG