Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Emê li Sûrîyê Projeya Xwe ya Devera Ewle Xwe Cîh Bikin


Meclîsa Tirkîyê piştî bênvedaneke dirêj care ke din dest bi Sala Zagonsazîyê kir kir.

Di vekirina meclisê de Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan qise kir û ser pirsgirêka Sûrîyê û deverê ewle rawestîya.

“Encama ku me dixwest mixabin bi dest neket jibo wê jî emê bi ya xwe bikin. Emê rojeke xwe winda nekin. Emê di nav kûrahîyeke 30 kîlometre de devereke ewle ave bikin û 2 mîlyon kes li wê derê bi cîh bikin.”

Erdogan ragihand ku projeya wan ya ser devereke ewle amade ye û wî di civîna Netewê Yekbûyî de ew yek bi serokên dewleta re gotûbêj kirine.

“Piştî ku em heremê ji destê dagirkerîya rêxistinê terorê rizgar bikin, emê projeya xwe têxin merîyetê.”

Erdogan, Amerîka jî bi tundî rexne kir û wek piştgira terorîzmê bi nav kir.

“Ew ji hezar kîlometre dûr ve tên, li vê derê piştgirîya terorîzmê dikin loma emê projeya xwe bi cî bikin. Di be ku em ji nişkeve têkevin Sûrîyê.”

Nivîskar Îbrahîm Kureken nêrînên Erdogan dinîrxîne û îdia dike ku sîyaseta wî têk çûye.

“Erdogan êdî nikare sîyasetê bike. Bi êrîşkirina Kurdan dixwaze ser pîyan bisekine. Li Başûr operasyon ser operasyonan dimeşîne û li Rojava jî dixwaze kemereke Ereban pêk bîne ku Kurdan ji hev cuda bike.”

Kureken bal dikşîne ku ger Amerîka alîkarî nede Tirkîyê, ew bi serê xwe nikare tiştekî bike.

“Bi nêrîna min Amerîka jibo Kurdan naxwaze xwe têxe nav alozîyekê û divê Kurd di vî warî de hişyar bin.”

ED_10_02_2019_Ibrahim_Kureken
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:47 0:00


XS
SM
MD
LG