Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Pêncşemê got ku divê gel girîngî nede nirxa diravên bîyanî, lê divê bala we bide “wêneya mezin”.
Erdogan li bajarê Baybu li ser kêmbûna nirxa lîraya Tirkî axifi ku di rojên dawî de nirxa wê hember dolara Amerkî gelek ketiye xwarê.
Erdogan ji girseya ku hate wî temaşe bike re got ku êrîşeke hember ekonomîya Tirkîyê heye û divê ew li ser wê yekî hişyar bin.
Hêjayî balkişandinê ye ku piştî axaftina Erdogan nirxa lîra 9 ji sedê kêmtir bû û dolareke Amerîkî bû 6.0800 lîra.