Piştî şera Rûsya û Ukraynayê li Tirkîyê hatûçûna dîplomasîyê gelek zêde bû. Di nav hefteke de Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi gelek serokomar û serokwezîran re hevdîtin çêkir û civîya.
Herî dawî di 16’ê Adarê de li Enqerê li Koşka Çankayayê bi Serokomarê Polonyayê Andrzej Duda re civîya.
Piştî hevdîtinê, her du serokomar preskonferanseke hevbeş li ser naveroka vê civînê rawestîyan.
Erdogan di aqaftina xwe de got ku ew li ser şera ku di navbera Rûsyayê û Ukraynayê de didome durûdirêj rawestîyane.
“Birêz Andrzey Duda re em li ser rewşa dawî sekinîn. Wek du mutefîkên NATO’yê gelo em dikarin pêkve çi bikin, çawa gavan dikarin bavêjin me durû dirêj nîrxand. Dîsa li ser ewlekarîya Ewrûpayê jî em rawestîyan. Jibo ku ev şer were dawîkirin di warê pêşxistina hewildana dîplomatîk de em pêkhatin. Wek Tirkîye em jibo destpêkirina agirbestekê peyandina xwe didomînin.”
Erdogan li ser têkilîyên Tirkîyê û Polonyayê di warê aborî, danûstandin û bazirganîyê de jî nêrînê xwe dîyar kir. Erdogan amaje kir ku hecma bazirganîyê li gel Polonyayê 8,3 mîlyor dolar e, lê ew dixwazin ku evî derxînin ser 10 mîlyar dolarî.
Serokomarê Polonyayê Andrzey Duda jî di qisedana xwe de li ser têkilîyên Tirkîyê û Polonyayê rawestîya. Duda amaje kir ku pênaberên ku ji Ukraynayê hatîye welatê wan hejmarê wan gîhîştîye 2 mîlyonî. Duda nêrîne xwe wiha anî ziman:
“Tirkîye di warê erdnîgarîyê û sîyasî de dewleteke girînge. Ew di aşitîya herêmê de jî roleke mezin digre. Pêzanînên Tirkîyê di warê pênaberan de jî gelek xurte. Ana pênaberên ku li Ukrayna hatine welatê me hejmarê wan gîhîştîye 2 mîlyonî. Lê emê di warê pênaberan de feydekê ji tecrûbên Tirkîyê bigirin. Li gel birêz Erdogan em li ser van babetan jî rawestîyan.”
Tirkîye dixwaze di navbera Rûsya û Ukraynayê de agirbestekê çêke. Li ber vî jî dest bi hewildanê kir. Bona vê yekê jî Wezîrê Karê Der yê Tirkîyê Mevlût Çavûşoglu duh li Moskova dest bi têkilîyan kir û îro jî ewê derbasî Ukraynayê bibe.